Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye! 2023-02-21 12:04:03   MEREŞ - Di encama erdheja Bazarcixê de erd û rêyên Taxa Narliyê nêzî 2 metreyan tebiqî ye û 2 metreyan jî zeliya ye.    Di encama erdheja Bazarcix a Mereşê de rê û erdên Taxa Narli ya Bazarcixê tebiqîn û zeliyan. Ev tebiqîn û zelîn nîşan dide bê ka erdhejê bandoreke çawa li ser herêmê kiriye.    Zeviyên Taxa Narli ya navenda Bazarcixê piştî erdhejê 2 metreyan tebiqî ne û nêzî 2 metreyan jî zeliyan e. Her wiha hat dîtin ku rêyên li rex zeviyan derbas dibin jî zelî ne. Welatiyê bi navê Mehmet Cansu da zanîn ku erdên tebiqîn 10 metreyan dûrî malên wan e û demekî kin beriya erdhejê dengekê bilind bihîstine. Cansu dibêje; “Titşên qewimîn, mîna roja qiyametê bûn.” Cansu, dibêje ku mimkin nîne cihên tebiqîn û zelîn bên tijekirin û wiha got: “Her ku ez van cihên tebiqîn û ji hev zelîn bibînim, dê roja erdhejê bê bîra min.”