Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir 2023-02-21 11:52:41   SEMSÛR - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku li Semsûrê "Leyzgeha Ceylan Onkolê" ava kirin, gotin ku ew ê avakirina qadên lîstikê yên ji bo zarokan bidomînin.    Li Semsûrê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, birîn bi piştevaniyê tên cebirandin. Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadê ye, bênavber xebatên xwe didomîne. Meclîsa Ciwanan a HDP'Ê ku kampanyaya "Xeleka Jiyanê" daye destpêkirin, bi piştevaniyê birînên mexdûrên erdhejê dicebirîne. Meclîsa Ciwanan li gel daxilbûna nav xebatên alîkariyê, ji bo zarokan jî "Lezyegha Ceylan Onkolê" ava kir. "Leyzgeha Ceylan Onkolê" ku li konebajrê ji aliyê Navenda Koordînasyona Krîzê ve hatiye avakirin tê çêkirin, li ber qedandinê ye. Tabelayên bi kurdî, erebî û tirkî li qada lîstikê hatin daliqandin.    'LEYZGEHA CEYLAN ONKOLÊ'   Endama meclîsa ciwanan Berfîn Çîçekê diyar kir ku roja ewil a erdhejê ve li gel mexdûrên erdhejê ne û got ku ev pêvajo bandoreke pir nebaş li zarokan kiriye. Çîçekê destnîşan kir ku ji bo zarok ji vê travmayê xelas bibin li nav konebajarê Leyzgeha Ceylan Onkolê ava kirine û got: "Ji bo bîranîna  Ceylan Onokol ku hat qetilkirin û ji bo ji zarokên me re bibe hêvî me navê 'Lezgeha Ceylan Onkolê' lê kir. Em li vir ji bo zarokan hin lîstikan li dar dixin. Dê bibe qada parkurên sporê, şano û sînezvîyonan. Ji bo derûniya zarkan baş bibe em ê li cem wan bin. Em dixwazin kêliyek be jî wan ji vê derûnî û karesatê dûr bixînin. Parka me dê sibê temam bibe."    TOVÊN JIYANA NÛ   Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Lîvan Ormanê jî bal kişand ser armancên kampanayay "Xeleka Jiyanê" û got: "Ji bo zarok û ciwanên ku herî zêde bandor ji erdhejê girtine, rêyeke çareseriyê nehatiye dîtin. Dewlet wekî gelek qadan, di vê qadê de jî kêm ma. Me jî bi vê kampanyayê dest bi reşandina tovên jiyaneke nû kir."    BANGAWAZÎ   Ormanê destnîşan kir ku herî zêde zarok bandor ji erdhejê girtine û got ku hewl didin zarok daxilî nava jiyana civakî bibin. Ormanê di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan û raya giştî kir ku piştgiriya kampanyaya "Xeleka Jiyanê" bikin.   MA / Omer Akin