Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin 2023-02-21 11:47:09   MEREŞ - Navenda Tenduristiya Entegre ya Salîh Hayirsoz a bajarokê Narliyê 14 roj piştî erdhejê dest bi xebatan kir. Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek û hemşîreyek hatine peywirdarkirin.    Erdhejên Mereşê bandoreke mezin li ser bajarokê Narli yê Bazarcix a Mereşê kir. Di erdhejê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û kavilên li bajarokê hêj mîna roja ewil li şûna xwe disekinin. Gelemperiya avahiyên bajarokê 2 qet in û gelek avahî saxlem in. Lê dîsa jî xelkê bajarokê ji ber erdhejokan di bin konan de dijî.    NAVENDA TENDURISTIYÊ 14 ROJ PIŞTRE HATE VEKIRIN    Nifûsa bajarokê beriya erdhejê derdora 15 hezar kesan bû û niha daketiye 9 hezar kesan. Li bajarokê tenê navendeke tenduristiyê ya bi navê Navenda Tenduristiya Entegre ya Salîh Hayrisoz heye. Navenda behsa xebarê di roja 14’emîn a erdhejê de dest bi xebatên xwe kir. Li navenda tenduristiyê bijîşkekî ji bajarokê û hemşîreyek tenê hene. Hem bijîşk û hem jî hemşîre di heman demê de mexdûrên erdhejê ne lê ji ber ku Wezareta Tenduristiyê tu xebatkarên tenduristiyê neşandine bajarokê, neçar dimînin ku bixebitin.    Li kabîna ku li pişta deriyê ketina navenda tenduristiyê hatiye çêkirin û bi perdeyan hatiye girtin, ji bo nexweşxan derzî tên danîn. Li gel ku rewşa psîkolojîk a xebatkarên tenduristiyê baş nîne jî, ji bo herêmê tu bijîşk û xebatkarên tenduristiyê nayên şandin. Hat zanîn ku xebatkarên navendê yên din jî ji ber erdhejê çûne cem malbatên xwe.    FIKARA BELAVBÛNA ŞEWBÊ   Bi ser erdhejê re 15 roj derbas bûn lê hêj jî li konbajarê ji hêla dilxwazan ve hatiye avakirin, serşok û daşirên gerok nehatine danîn. Xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku ev rewş bi xwe re xetereyeke mezin tîne û dibe ku di rojên pêş de li bajarokê rê li ber şewbeke giran veke.    MA / Dilgeş Ruvanas