Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin 2023-02-21 11:21:37   HATAY - Di encama erdheja Hatayê de li Osmaniyeyê avahiyek hilweşiya û li navenda bajar jî 2 nexweşxane hatin valakirin.    Şevê din saet di 20.05’an de li navçeyên Samandag û Defne yên Hatayê bi pileyên 6.4 û 5.8’an erdhej çêbûn. Li gel bajarên herêmê, her wiha Sûriye, Urdun, Iraq, Filistîn, Îsraîl û Misir jî ji van erdhejan bibandor bûn û hişyariya tsûnamiyê hatin kirin. Piştî erdhejê dema du welatiyan li Taxa Gazî ya Antakyayê hewl didan ji avahiya 4 qat alavên xwe derxînin, di bin kavilan de man. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyên 2 kesan hatin derxistin.    2 NEXWEŞXANE HATIN VALAKIRIN   Welatiyên di erdhejên navend Mereşê de birîndar bûyîn, li nexweşxaneyên Hatayê dihatin dermankirin. Lê belê ji ber erdhejên duh ên li bajar, di çarçoveya tevdîran de biryara tehliyekirina Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Zanîngeha Mûstafa Kemal hate dayîn. Birîndarên li van nexweşxaneyan bi helîkopter û ambulsan sewqî nexweşxaneya bajar hatin kirin.    AVAHIYEK HILWEŞIYA   Di heman demê ji ber erdhejên navend Hatayê, li kolana hejmar 9056 a Taxa Rahîme Hatûn a Osmaniyeyê avahiyeke 4 qat hilweşiya. Li ser agahiya ku welatiyek di avahiyeke kêmxesar de dimîne, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li avahî didomin.    MA / Hamdullah Yagiz Kesen - Mujdat Can