Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir 2023-02-21 09:16:31   WAN – Endezyarê Jeolojiyê Eyûp Ceyhan diyar kir ku rast bi cih ne anîna mekanîzmaya kontrolê ya li ser xetên fayê û efûya îmarê kir ku bîlançoya erdhejê gelek xedartir bibe.    Erdhejên navend Mereş ên di 6’ê sibatê de li 10 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Ji ber ku bajar li ser xetên fayê hatine avakirin, nelirêtiyên di çêkirina avahiyan de û aştiya îmarê, bi xwe re encamên xedar anî.    DI HILWEŞÎNÊ DE PARA ‘EFÛYA ÎMARÊ’ ZÊDE YE   Endezyarê Jeolojiyê Eyûp Ceyhan têkildarî erdhejê bi ajansa me re axivî û got ku sedema bîlançoya giran a erdhejê ew e ku avahî li gorî usûlê nehatine çêkirin.    Ceyhan, diyar kir ku terkexemiyên heyî di erdhejê de rê li ber encamên xedar vekiriye û wiha got: “Mekanîzmeya kontrolkirina avahiyan bi rast û durist nehat bicihanîn. Îcar ev jî besî wan nebû ku ji bo rantê, efûya îmarê derxistin. Vê jî kir ku hilweşîna heyî mezintir bibe. Tirkiye li herêma erdhejê ye. Lewma divê bajar li ser xetên fayê neyên avakirin. Welatê me di navbera du plakayên tektonîk de her tim tê şidandin. Lewma xetên fayê dişikên. Dê ev şikestin her tim hebin. Divê etûtên zemînê yên avahiyan bên kirin, deverên ku zemîna wan nerm û aluvyol hewceye bên xurtkirin. Ji bo bajarên li ser xetên fayê divê teknîkên endezyariyê yên rast bên bikaranîn. Hewceye zemînên ku nikarin avahî ragirin, di dema kolandinê de pirsgirêk derdikevin, potansiyela nermbûna zemînê, xwarbûna avahiyan û hwd. avahî neyên çêkirin.”    XEBATÊN XURTKIRINA ZEMÎN    Bi domdarî Ceyhan destnîşan kir ku divê etûtên tevahiya zemînan bi awayekî hûr û kûr bên kirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo cihên pêwîst divê xebatên xurtkirina zemînê bên kirin. Her wiha divê hîmê avahiyan li ser deverên ku binê wan nerm neyên çêkirin. Heke ew zemîn nerm be jî divê werin xurtkirin. Bi rêbazên weke enjeksiyon, stûnên ji keviran, Jet- Grouting û hwd. dikare zemîna avahiyan were xurtkirin. Divê avahî li ser xetên fayê neyên çêkirin. Her wiha avahiyên li van qadan jî divê bilind nebin. Heke bên çêkirin jî divê avahiyên li gorî zemînê û li gorî standartan bên çêkirin. Ev yek girîng e. Heke wisa bibe dê erdhej gelek rûxîner nebin.”