Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin 2023-02-21 00:56:49       NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Nacî Gorur piştî erdhejên li navçeya Defne û navçeya Samadagiyê yên Hatayê çêbûn, hişyar kir ku divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin.    Piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ku bandor li 11 bajaran kirin û bûn cihê karesateke mezin, di 20'ê Sibatê de li bi pileya 6,4 û 5,8 li navçeya Samandagi û navçeya Defne yên Hatayê jî du erdhej çêbûn. Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdhejê hin hişyarî kirin. Goru destnîşan kir ku divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin.    Gorur got: "Ev hişyariyên me xwe disipêrên transfera stresa li herêmê. Divê em ji ber xetên fayê yên li derdora Meletî, Pulur û Qisle-Qereqoçanê jî hay ji xwe hebin. Divê rayedarên me û gelê me hay ji xwe hebe."