Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê 2023-02-20 23:53:14   AMED - Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, gel hişyar kir ku nekevin avahiyên xesardîtî yên li taxa Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Hûzûrevleriyê.    Piştî erdhejên Mereşê li Amedê gelek avahî xesar dîtin. Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, piştî erdhejên ku îro bi pileya 6,4 û 5,8'an li Hatayê çêbûn, gelê bajêr hişyar kir. Platformê gel hişyar kir ku nekevin avahiyên xesardîtî yên li taxa Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Hûzûrevleriyê.