Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya 2023-02-20 22:31:01   HATAY - Piştî erdheja ku navenda wê Hatay e, li navçeya Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî ya vala hilweşiya.    Piştî erdhejên ku îro saet di 20.05'an de bi pileya 6,4 û 5,8'an li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, li navçeya Îskenderûnê li Kolana Şehît Polîs Abdullah Sînan Şîrînoglûyê avahiyeke 3 qatî ya vala hilweşiya. Her wiha gelek avahî jî xesar dîtin.