AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin 2023-02-20 21:41:37   NAVENDA NÛÇEYAN – AFAD ku piştî erdheja li Hatayê daxuyanî da, welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin.    Piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8 ên li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, AFAD'ê daxuyanî da.    AFAD'ê di daxuyaniya we de diyar kir ku piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an tîmên wan ketine nava liv û tevgerê û dest bi kontrolkirina qadê kirine. Her wiha AFAD'ê welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin.    Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî erdhejên Hatayê daxuyanî da û got: "Em ji welatiyên xwe yên li herêmê rica dikin ku ji avahiyên bi xesar dûr bisekinin û guh li hişyariyên tîmên me bikin."