Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ 2023-02-21 00:00:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Samandagi ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştî erdheja ewil, bi pişeya 5,8'an erdhejeke din çêbû. Piştî erdhejan îşaret bi tsûnamiyê hat kirin. Resetxaneya Kandîlliyê, daxuyand ku li Samandagiya Hatayê saet li dor 20.05'an bi pileya 6,4'an erdhej çêbûye. Erdheja ku 7,7 kîlomtre di binî erdê de çêbû, li Amed, Edene û gelek bajarên din hat hîskirin. Her wiha hat diyarkirin ku erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê jî hatiye hîskirin.   Piştî erdhejê li gelek bajaran welatî derketin derve.   00.23 AFAD: 42 ÎXBAR JI NAVENDA BANGA LEZGÎN RE HATINE   AFAD'ê daxuyand ku piştî erdhejên li Hatayê çêbûn, 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine û got ku piştî îxbaran tîmên xwe sewqî herêmê kirine û xebatên wan ên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.    23.17 DI ERDHEJA HATAYÊ DE 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, daxuyand ku di erdhejên Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 213 kes jî birîndar bûne.    22,37 LI SÛRIYEYÊ GELEK KES BIRÎNDAR BÛN   Erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an ên li navçeya Samandagi û Defne yên Hatayê çêbûn, li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Efrîn, Ezaz, Cerablûs, el-Bab û Tel Ebyadê yên Sûriyeyê jî hat hîskirin. Li gor daxuyaniya Parastina Sivîl a Sûriyeyê, li Sûriyeyê hin kes ji ber erdhejê birîndar bûne. Li bajaroka Cinderesê ya Efrînê jî 2 avahî û minareyeke ku berê xesar dîtibûn hilweşiyan û li Heleb û Îdlibê jî hin avahî xesar dîtine.    22.13 LI SAMANDAGIYÊ AVAHÎ HILWEŞIYAN, MALBATEK DI BIN KAVILAN DE MA    Li taxên Baglik, Tomûksûyû, Kapisûyû, û Denîzê yên navenda erdhejê Samndagiyê gelek avahî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li Taxa Tomûksûyê malbatek di bin kavilan de maye. Her wiha li gelek deverên navçeyê jî erd qelişiye.    21.54 JI EMSC'YÊ HIŞYARIYA JI BO TSÛNAMIYÊ   Piştî erdhejan Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behraspî (EMSC), îşaret bi tsûnamiyê kir. EMSC diyar kir ku dê erhdej bidomin û ji bo Hatayê îşaret bi tsûnamiyê kir. ESMC'ê xwest her kes ji peravê dûr bisekine û wiha bang kir: "Guh li dîrektîfan bikin."    21. 41 AFAD: JI PERAVÊ Û AVAHIYÊN XESARDÎTÎ DÛR BISEKININ   AFAD ku piştî erdheja li Hatayê daxuyanî da, diyar kir ku piştî erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8'an tîmên wan ketine nava liv û tevgerê û dest bi kontrolkirina qadê kirine. Her wiha AFAD'ê welatiyan hişyar kir ku ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin.