Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin! 2023-02-20 17:12:17   MELETÎ - Kavilên Trend Garden Rezîdans a Meletiyê ku ji ber nelirêtiyan ji destpêkê heta niha di rojevê de ye, hate rakirin.    Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejê de li navenda Meletî û gundên wê herî kêm 2 hezar û 528 avahî hilweşiyan û zêdetirî hezar û 500 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Lê li gorî agahiyên rayedarên goristanan; li navenda bajar û gundên wê zêdetirî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li bajar hêjta tespîtkirina nasnameyan nehatiye kirin û daxuyanî hate dayîn ku tu kes di bin kavilan de nîne. Lê belê balkêş e ku li ser her kavilan leşker û polîs hatine bicihkirin.    QUTIYÊN QARTONAN Û TELÎS TÊN FIROTIN   Heta niha li bajar tenê kavilên 8 avahiyan hatine rakirin. Li ser Bulvara Turgut Ozal a Meletiyê gelek navendên kargehan û avahî hilweşiyan e. Xelkê bajar jî hewl dide alavên xwe ji malên xwe yên hêjta nehilweşiyane derxînin. Li bajar, koçberiyeke pir mezin heye û li serê her kolanekê telîs û qutiyên qartonan tên firotin. Qutiyên qartonan bi 10 lîreyan, telîs jî li gorî meziniya xwe di navbera 5 û 10 lîreyan de tên firotin. Welatî dibêjin ku bihayê qutiyên qartonan û telîsan pir biha ne û gelek caran di navbera firoşkaran û welatiyan de nîqaş derdikevin. Welatiyekî ku nekarî telîsan bikire wiha bertek nîşan da: “Ji Xwedê natirsin. Mirov, bi hezara kîlometreyan bo alîkariyê hatin. Gawir bi alîkariya me hatin. Yaw qutiyeke qartonê çawa bi 10 lîreyan dibe?”    Yek ji avahiyên ku li bajar herî zêde nîqaş li ser hat kirin jî Trend Garden Rezîdans bû. Di sala 2001’an de hate çêkirin û di sala 2021’an de destûrnameya wê hate dayîn. Di erdhejê de jî rûxiya û 60 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Weke ku gotinên têkildarî nelirêtî û bertîlê piştrast bikin, li bajar ji ewil kavilên wê hatin rakirin. Li gel ku avahiyên li derdora wê ji bilî jêrzemînê 4-5 qat bûn jî, ev rezîdansa behsa xeberê ji bilî jêrzemînê 7 qat in. Ji şêniyên bajar ê bi navê Mehmet têkildarî mijarê wiha got: “Destûrnameya vê derê 4-5 caran guherî. Gelek li dijî wê derketin lê karîn destûrnameyê bigirin. Di sala 2018’an de hate çêkirin. Tevî ku avahiyên kevin ên li derdora wê li ser pêya ne, yek ji avahiyên ewil hilweşiyayîn jî ev avahî bû.”    MA / Ahmet Kanbal