Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast 2023-02-20 16:45:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû li Semsûrê daxuyanî da û îdia kir ku rê ji erdhejê bibandor nebûne û herikîna trafîkê bêpirsgirêk dom kiriye.    Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglû li Semsûrê daxuyanî da. Daxuyanî li konbajarê bo mexdûrên erdhejê hatiye avakirin hate dayîn. Karaîsmaîloglû îdia kir ku rêyên bajar di erdhejê de xerab nebûne û di hatin û çûnê de tu pirsgirêk derneketine. Karaîsmaîloglû ku rê û otorêyên xerabbûyîn jinedîtî ve hat, ev îdia kirin: “Heqîqetên binesaziya me çêkirî, rêyên me... Bi saya van rêyên wiha saxlem, di hatin û çûnê de tu pirsgirêk çênebûn.”   Karaîsmaîloglû bi domdarî îdia kir ku niha li Semsûrê têkildarî konan tu pirsgirêk nînin û temamiya pêdiviyên hemû gundan hatine pêşwazîkirin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî berevajî gotinên Karaîsmaîloglû, ji bo rexneyeke destwerdana dereng gotibû ku meziniya erdhejê, bandora wê ya li qadeke berfireh û şert û mercan nebaş ên hewa û rêyan kir ku ew dereng mudaxale bikin.