Li Mêrsînê destê piştevaniyê 2023-02-20 16:36:51   MÊRSÎN – Maseya Koordînasyona Krîzê ya Mêrsînê da zanîn ku heta niha ji bo 5 hezar û 840 mexdûrên erdhejê cihê mayînê peyda kirine û alîkariya xurek, cil û berg û xwegermkirinê dane 14 hezar û 280 mexdûrên erdhejê.    Maseya Koordînasyona Krîzê ya Mêrsînê têkildarî xebatên xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya HDP’a Mêrsînê hate dayîn. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz di daxuyaniyê de axivî û got ku sedema hilweşîna mezin, xemsarî û bêtevdîriya hikûmetê ye. Sariyildiz, got ku îktîdar di heman demê de rê li ber alîkariyan girtiye.    Saryildiz, bi domdarî anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî ew piştevaniya xwe didomînin û têkildarî xebatên li Mêrsînê ev agahî parve kir: “Ji bo koordînekirina herêmên erdhejê, di bin sîwana partiya me de ‘Komîsyona cihê mayînê’ hate avakirin. Di çarçoveya xebatên komîsyonê de ji bo 5 hezar û 840 mexdûrên erdhejê cihê mayînê hate peydakirin. Her wiha ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên sereke yên mexdûrên erdhejê yên hatin bajarê me, me ‘komîsyona lojîstîk û pêdiviyan’ ava kir. Di encama xebatan de me alîkariya cil û bergan, xurek, germbûn û hwd. da 14 hezar û 280 mexdûrên erdhejê. Her wiha me ji Mêrsînê 8 TIR, 10 kamyon, 33 transîtên alîkariyê û 200 hevalên dilxwaz ên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo herêmên erdhejê şandin.”