‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’ 2023-02-20 16:26:48   MELETÎ  -  Welatiyê bi navê Mehmet Altundag wiha qala kêliyên erdhejê dike: “Ez bi hezaran caran li AFAD’ê geriyam lê tenê yek carê jî bersiva telefona min neda.”    Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî jî Meletî ye. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, di erdhejê de hezar û 384 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 528 avahî hilweşiyan û xesar gihişt 13 hezar û 106 avahiyan jî. Welatiyê bi navê Mehmet Altûndag, qala kêliyên erdhejê û pêvajoya piştre kir. Altûndag, diyar kir ku li bajar bêkoordînetî hebû.     ‘MÎNA ROJA MEHŞERÊ BÛ’   Altûndag, destnîşan kir ku piştî erdhejê heta serê sibehê di depoya hevalê xwe de mane û wiha got: “Di dema erdheja duyemîn de jî ez li nexweşxaneyê bûm. Her dever mîna roja mehşerê bû. Her kes diqîriya, hin kes li dayik û bavê xwe digeriyan, hin kesên birîndar jî bi wî halê xwe direviyan derve.”    ‘LI CIHÊ KOMBÛNÊ TU KES NEBÛ’   Altûndag, got ku dema çûn Parka Hurriyetê ku şaredariyê weke cihê kombûnê destnîşan kiribû, ne kon û ne jî tu kes li wir nebû û wiha domand: “Wesayîtên veguhestinê tune bûn. Em heta parkê meşiyan. Weke qada kombûnê nîşan dabûn lê tiştek tune bû. Ev yek nîşan dide bê ka walîtî, şaredarî, qeymeqamtî, AFAD û Heyva Sor çiqas ne amade bûn. Heke tu berê gel bidî cihekî, tu neçarî li wir amadekariyan bikî. Mafê tu kesî nîne ku gel perîşan bike.”    ‘ÎCAR XWEDÊ DIZANE REWŞA MEREŞ Û DÎLOKÊ ÇAWA YE’   Di berdewamê de Altûndag daxuyand ku 4 rojan di bin koneke havînî de mane û wiha bi dawî kir: “Piştre jî Heyva Sor hate cihê kombûnê. Li ser alîkariyan navê Muge Anli hebû. Wesayîtên xwe veguherandibûn bîllboardên reklamê. Rewşa Mereş û Dîlokê ji ya me xerabtir bû. Dema min ev tişt li vê derê dîtin, dibêjim xwedê dizane bê ka rewşa wir çawa ye. Tevî hemû hewldanan jî min nekarî konekî peyda bikim. Belkî bi hezaran caran li AFAD’ê geriyam lê bersiva telefona min nedan. Heke din bin kavilan de cenazeyê min hebûya, dê min nekariya xwe bigihînim AFAD’ê. Min ji AFAD’ê kon xwest lê gotin; ‘em konan nadin tu kesî.’ Li ser malpera xwe jî bi gotina ‘em konan teslîmî gel dikin’ reklamê xwe dikirin. Wê demê min jî got ku ji ewil didin mirovên xwe.”