'Derengmayîna dewletê cînayet bû’ 2023-02-20 15:46:50   DÎLOK - Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî diyar kir ku dewlet di roja 3’yemîn a erdhejê de kete qadê û wiha got: “Li tevahiya herêma erdhejê cînayet hat kirin. Erê rast e erdhejê da windakirin lê dewletê jî gelek da windakirin.”    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Avnî Bînîcî têkildarî erdhejê axivî. Bînîcî, da zanîn ku ji sedî 60’î Islehiyeyê bûye kavil û rewşa Nûrdagiyê jî bi heman rengî ye. Bînîcî, destnîşan kir ku bi rêya koordînasyona ava kirine hewl didin pêdiviyên gel ên weke germkirin, cihê mayînê û xwarinê pêşwazî bikin.    Bînîcî, diyar kir ku dewlet di şeva roja 3’yemîn de hêdî hêdî dakete qada erdhejê û wiha got: “Vê jî li hemberî AKP-MHP’ê rê li ber bertekên mezin vekir. Hêj niha jî li Nûrdagi û Islehiyeyê gelek kes di bin kavilan de ne. Îro jî dozger û kemçe molozan radikin û dibin. Gelek dever ji hêla hêzên paramîlîter ve hatine girtin. Nahêlin xelk xwe bigihîne xizmên xwe yên di bin kavilan de. Mirov nizane bê ka ji vê yekê mebesta wan çi ye. Me bi Midûriyeta Bajar a AFAD’ê re peywendî danîn. Lê hem AFAD û hem jî dewlet kete pey hesabên siyasî. Lê bi hezaran kes di bin kavilan de li benda alîkariyê bûn. Gelek kes ji sermayê mirin. Lewma jî li tevahiya herêmên erdhejê cînayet hatin kirin. Erê rast e dewletê da windakirin lê dewletê jê da windakirin.”    ARMANC PIŞTEVANIYA GELAN E   Bi domdarî Bînîcî destnîşan kir ku dewleta hewl dide pêşî li ber piştevaniya civakî bigire û wiha bi dawî kir: “Kavil, bi dozeran rakirin. Anku di hejîneke herî biçûk de kesên di bin kavilan de mirin. Di esasê xwe de komkujiyeke duyemîn çêbû. Divê ev rewş bê pirsîn. Heta roja 11’emîn jî kavilên li Nûrdagi û Islehiyeyê nehatibûn rakirin. Hêj niha jî di bin kavilan de mirov hene. Bi hezaran kesan ji ber vê sersariyê jiyana xwe ji dest dan. Ji roja duyemîn ve dewletê hewl da rê li ber piştevaniya gel bigire. Ji Mêrdînê heta Sêrt û Şirnexê, bi dehan hevalên me yên dilxwaz hatin û me bi şev roj alîkarî gihand her devera Nûrdagi û Islehiyeyê. Me mil da milê hev û birînên gel derman kirin. Em ê piştevaniya xwe xurtir bikin û hewl bidin vegera gel a bajar jî hêsantir bikin.”