Li ser kêlên goran şopa şînê! 2023-02-20 15:38:14   AMED - Xelkê Amedê, alavên xwe yên weke şal, berstû û hwd. bi kêlên gorên kesên di erdheja Amedê de jiyana xwe ji dest dayîn û li Goristana Yenîkoyê li rex hev hatin definkirin ve girê dan.    Di encama hilweşîna 7 avahiyên li Amedê de 409 kesan jiyana xwe ji dest dan û 900 kes jî birîndar bûn. Gelemperiya kesên jiyana xwe ji dest dayîn li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hatin definkirin.    Balkêşe ku xelkê bajar kum, berstûh, şal, forma û hwd. bi kêlên gorên qurbaniyan ve girê dan.   Di heman demê de jinan, laçika mor bi kêla gora damezirînera Komeleya Jinên Welatparêz û Seroka Komîsyona Jinan a Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) Melîke Alp ve girê dan.