Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir 2023-02-20 15:24:54   ENQERE – Di danişîna doza Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de parêzer biryarên AYM’ê bi bîr xist û got ku makeqanûn hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Guzel bidome.    Danişîna duyemîn a Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Gelek parêzer tev li dozê bûbûn lê Guzel ku xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn tev li danişînê nebû.    DAXWAZA BETALKIRINA DOZÊ   Danişîn, bi ewraqên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir û piştre jî parêzer axivîn. Parêzer Senem Doganoglû biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Sirri Sureyya Onder bi bîr xist û wiha got: “Fezleke, bi binpêkirina mafê parêzbendiyê hatiye amadekirin. Ev yek veguherandine lêpirsînê. Em dixwazin ku doz were betalkirin.”    Dozger jî xwest ku daxwaza betalkirina dozê bê redkirin. Şandeyê dadgehê daxwaz red kir û danişîn domand.    'DADGEH DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ DIKIN’   Parêzer Eylem Kayaoglû jî xalên 83 û 14’emîn ên Destûra Bingehîn bi bîr xist û wiha got: “Wêneyên ku weke delîl tên nîşandan, beriya parlamenteriyê hatine kişandin. Lêpirsîn jî heta sala 2021’an lil Semsûrê ma. Beriya hilbijartinê, dosyayên Enîs Berberoglû, Leyla Guven, Mustafa Balbay, Omer Faruk Gergerlîoglu jî hebûn. Heman tişt li dijî wan jî hate kirin û AYM’ê biryara binpêkirinê da. Ez dixwazim ku biryarên AYM’ê yên berê bên lêkolînkirin. Îdianame li gorî usûlê nehatiye amadekirin. Beriya parlamenteriya wê were betalkirin, biryara şopandinê hatiye dayîn û ev yek li dijî destûra bingehîn e. Bi destê dadgehan, destûra bingehîn tê binpêkirin. Ez dixwazim ku miwekîla min were berdan.”    DAXWAZA BERDANÊ HATE REDKIRIN   Parêzer Sînem Coşkun jî got ku miwekîla wê hatiye lînckirin û xwest ku were berdan.    Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Guzel bidome, ewraqên serlêdanên ji bo AYM’ê pêşkeşî dadgehê bên kirin û danişîn taloqî 28’ê nîsanê kir.