Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê 2023-02-20 15:16:09   SEMSÛR - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica ku di Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Semsûrê de cih digire, diyar kir ku ji bo jiyana mirovan ji nû ve ava bikin wê tora piştevaniyê mezin bikin.    Maseya Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), baroyên herêmê û komeleyên herêmî ve roja ewil a erdhejê li Semsûrê hat avakirin, xebatên xwe didomîne. Koordînasyonê ku ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên welatiyên di binê xirbeyan de ne heta çêkirina konbajaran tora alîkariyê li gelek deveran ava kir, alîkariyên weke xwarin, kinc û konên ji gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatin radestî gel kir. Maseya Koordînasyona Krîzê  250 TIR’ên pêdiviyên bingehîn ên ji wan re hatin li mexdûrên erdhejê belav kirin. Koordînasyona ku li 675 noqteyên ku li navenda bajêr, navçe, bajarok, gund û mezrayan hatin avakirin bi rêya dilxwazan alîkarî gihand gel, xwe gihand sed hezaran welatiyan. Maseya Koordînasyonê ku hewl dide bi bajarê konan, revîrên tenduristiyê û qadên lîstikê yên ji bo zarokan piştigriyê bide welatiyên Semsûrê û armanc dike ku tora dilxwazan a hatiye avakirin hêj berfirehtir bike û hevkariyê heta demeke dirêj belav bike.    Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê ku yek ji pêkhateya Koordînasyona Krîzê ya li Semsûrê hatiye avakirine, Aynûr Sarica, anî ziman ku tevî ku Tirkiye herêma afetên xwezayî ye jî tu bergiriyên pêşiyê li karesatê bigirin nehatine girtin, berpirsyar tên parastin.    DILXWAZ TÊKOŞIYAN   Sarica, da zanîn ku roja erdhejê ya ewil li 10 bajaran navendên koordînasyonên krîzê avakirin û wiha got: “Me ewilî hewl da asta krîzê tespît bikin û çavdêrî kir ku çi tê jiyîn. Ji dewletê, AFAD’ê û hêzên ewlehiyê tu kes tune bûn. Me ewilî dît ku mirov xwe bi xwe birînên xwe derman dikin. Mexdûrên erdhejê hewl didan birîndarên xwe derxînin û cenazeyên xwe veşêrin. Di 3 rojên ewilî de piştgiriya weke stargeh û xwarinê me kir. Em tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir. Me li van deran depo ava kirin û di depoyan de li gorî pêdiviyên malbatan malzemeyên alîkariyê belavkirin. Bi hezaran ciwanên dilxwaz re xebitîn. Bi tora dilxwazan a me ava kir re ji navenda bajaran heta navçeyan, gund û mezrayan me xwe gihand her derê û di çarçoveya pêdiviyên gel de alîlarî kir.”   ‘EM Ê TORA PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’   Sarica axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha me xwe gihand bi sedhezaran mirovan. Li Semsûrê cihê ku me xwe negihandiyê nîne. Ji ber ku texrîbata çêbûyî ne kêm e. Em dibînin ku qadên jiyanê yên mirovan bi temamî tune bûne. Ji bo ku em van qadên jiyanê ava bikin em ê bi hemû hêza xwe seferberiyê îlan bikin û di pêvajoya pêşiya me de tora piştevaniyê ji nû ve mezin bikin.”   MA / Omer Akin