Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak 2023-02-20 14:09:19   AMED - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû yê têkildarî erdhejê civîna çapemeniyê li dar xist wiha got: “Gelê Amedê di nava xwe de piştevanî nîşan da, divê ev yek ji hemû Tirkiyeyê re bibe mînak.”   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Bajêr ê Amedê Abdûllah Atîk têkildarî erdheja li Mereşê çêbûyî de li avahiya CHP’ê ya Amede civîna çapemeniyê li dar xist.  Tanrikûlû, diyar kir ku ji roja ewil a erdhejê li bajêr e û wiha got: “Erdhej hêj didome. Li Amedê 409 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan ji hezaran kesan jî birîndar bûn û hêj jî gelek welatî di beşa lênêrîna awarte de tên dermankirin. Li gorî xebatên tespîta xesarê, gelek avahî di rewşeke ku kês nikarin tê de rûnin de ne.”   ‘EM Ê EDALET Û AŞTIYÊ AVA BIKIN’   Tanrikûlû, bal kişand ser piştevaniya gelê Amedê piştî erdhejê nîşan da û wiha berdewam kir: “Roja erdhejê gelê Amedê di nava xwe de piştevanî nîşan da, divê ev yek ji hemû Tirkiyeyê re bibe mînak. Di serî de Amed hêj jî li Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî, Elbîstanê welatiyên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest didin. Ez ji vir bang li AKP’ê dikim; em ê hesaba vê yekê weke siyasî bipirsin. Dê hesab bidin, em ê vê pergala neadil bi dawî bikin. Em ê weke CHP Tirkiyeyê ji nû ve ava bikin. Em di sedsala 2’yemîn de Tirkiyeyeke biedalet û aştîxwaz ava bikin.”