Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin 2023-02-20 13:16:41   HATAY - Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê di dema îmara nû ya bajar de rêz ji bo avadaniya dîrokî û çandî ya bajar bê girtin û xelkê ji ber erdhejê ji neçariya xwe koçber bûyî jî ji bo vegerê bê teşqwîqkirin.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê têkildarî pêvajoya du hefteyan a erdhejê li Mala Defne ya li Taxa Akdenîzê daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglû û Nûran Îmîr, hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce û nûnerên gelek saziyan tev li daxuyaniyê bûn.    Li ser navê Navenda Koordînasyonê Mutlu Aymaz daxuyanî xwend. Aymaz, diyar kir ku ji bo berpirsyarên karesatê bên darizandin, dê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Aymaz, got ku dê têkoşîna xwe ya jiyanê li gel birîndaran û kesên malên xwe winda kirin mezintir bikin û li dijî berpirsyarên karesatê têkoşîna xwe xurttir bikin. Aymaz, wiha dom kir: “Navçeyên Antakya, Defne, Samandag û Kirikhanê êdî divê jinûve bêna vakirin. Ya ku bi ser me de hilweşiyayî, siyaseta rant û talanê, sersariyên bi dehan salane didomin, cihêkarî, tunehesibandin in. Di vê pêvajoyê de kîn û nefreta li dijî penaberan, dîmenên lînç û îşkenceyê û kuştina welatiyan a li qereqolan nayê qebûlkirin.”    DAXWAZÊN LEZGÎN   Aymaz, pêdiviyên lezgîn ên bajar jî wiha rêz kir:    “* Divê pêdiviya ‘cihê lêmayînê’ ya hemû welatiyên Hatayê bê pêşwazîkirin û pirsgirêka binesaziyê bê çareserkirin. Li şûna avakirina konebajarên ji hezaran konan pêk tên, konetax bên avakirin. Ji bo pêvajoya demdirêj jî hewceye bajarên konteynirê bên avakirin.    * Divê pirsgirêkên weke ‘xwarin-vexwarin-cil û berg û perwerdeyê’ tavilê bê kêmayî bên çareserkirin. Divê kesên astengdar, nexweşên kronîk û hwd. bi tu awayî neyên mexdûrkirin.    * Divê ji bo tevahiya mexdûrên erdhejê bi awayekî domdar alîkariya pereyan bê kirin ku ji ‘kêmtirîn mûçeyê’ kêmtir nebe.    * Hewceye di dema jinûveavakirina Hatayê de ‘avadaniya dîrokî û çandî’ ya bajar bê parastin, kesên ji neçariya xwe koçber bûyîn jî ji bo vegerê bên teşwîqkirin. Divê bajar bi tu awayî radestî rantxwiran neyê kirin.    * Divê hemû rayedarên dewletê, yên xwedî rayeya biryardayînê yên dema niha û dema berê, tevahiya berpirsyarên burokratîk û siyasî hesabê bidin û mercên vê bên amadekirin.    * Divê veguhestina mexdûrên erdhejê li bajarên din ji bin kontrola têkiliyên terîqet-mafyayê bê derxistin û li bajarên gel lê koçberbûye jî saziyên cemaweriyê ji bo wan bên vekirin.    * Divê ji bo diyarkirina cihên ku dê avahiyên mexdûrên erdhejê lê werin çêkirin, ecele neyê kirin. Fîrmayên nêzî îktîdarê mal û milkê xwe du qet zêdetir dikin. Daxwaza me ew e ku dema cih tê hilbijartin, daristan, mezra, qadên çandiniyê û hwd. neyên talankirin.”