Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir 2023-02-20 12:54:45   RIHA - Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê navber dabû Nobeda Edaletê, di roja 700’emîn de nobeda xwe dîsa da destpêkirin. Dayika Emîne Şenyaşar di nobedê de axivî û daxwaza berdana kurê xwe kir.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbata Şenyaşar ku ji ber erdhejê di roja 700’emîn de navber dabû çalakiya xwe, îro dîsa hate ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin.    ‘ME JI BO PIŞTEVANIYÊ NAV BER DA ÇALAKIYA XWE’   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re navber dabûn çalakiya xwe û wiha got: “6’ê sibatê di roja 700'emîn a Nobeda Edaletê de li welatê me karesateke mezin çêbû. Di demekê ku gelek kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê bûn, bo me exlaqî nehat ku nobetê bidomînin. Lewma me 15 roj navber da û bi qasî ji destê dihat, me hewl da birînên mexdûrên erdhejê derman bikin.”   'HETA EDALET PÊK TÊ EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku daxwazên wan hêjta nehatine qebûlkirin lewma nobeta xwe didomînin û wiha pê de çû: “Li nexweşxaneyê 3 endamên malbata me hatin qetilkirin. Birayekî min hêj di girtîgehê de ye. Serokkomar jî di nav de her kes dizane ku ev yek bêhiqûqtî ye. Lê belê ji ber ku wekîlê partiya desthilatdariyê ev komkujî kiriye, hêj edalet pêk nehatiye. Heta edalet pêk tê jî em ê çalakiya xwe ya li pêşiya edliyeyê bidomînin.”   ‘ÇIMA VAN KESAN CEZA NAKIN?’   Di çalakiyê de dayika Emîne Şenyaşar jî ji ewil bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir û ev tişt anî ziman: “Heta kurê min neyê berdan em ê nobeta xwe bidawî nekin. Ji malbata me sê kes kuştin lê ev kes bi rehetî digerin. Ew desthilatdarî zilme li me dike. Edî bes e. Bila kesên sûcê wan tune bên berdan. Bila zarokê min jî berdin. Ev 5 sal in zarokê min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Hem mirovan dikujin, hem jî bi navê wekîltiyê li bajar digerin. Hikûmet çima van kesan ceza nake?”