Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide 2023-02-20 10:59:33   AMED - Odeya Bijîşkan a Amedê li Semsûrê xizmeta polîklînîkê û xizmetên parastina tenduristiyê yên piştî erdhejê dide mexdûrên erdhejê.    Bandora erdhejên Mereşê ya li ser xelkê herêmê hêj jî berdewam e. Di vê navberê de piştevaniya rêxistinên ked û pîşeyî yên bi mexdûrên erdhejê re jî berdewam in. Odeya Bijîşkan a Amedê piştî erdhejê, li Semsûrê li qada ku 50 kon lê hatine vedan polîklînîk vekir û xizmetên tenduristiyê dide. Odeya bijîşkan ji roja 4’emîn a erdhejê heta niha li bajar xizmetên polîklînîk û xizmetên tenduristiyê yên parastinê dide û bi tevlibûna komên nû re vê piştevaniya xwe didomîne.    Li gel odeyên bijîşkan, her wiha endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a girêdayî KESK’ê jî li herêmê xebatên tenduristiyê dide û piştevaniyên cuda dikin.