Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin 2023-02-20 09:01:49   ÊLIH - Li Êlihê zarok qumbereyên xwe û extiyar û astengdar jî meaşên xwe bexşî mexdûrên erdhejê dikin. Ji bajêr heya niha 42 TIR amûr ji herêma erdhejê re hatine şandin û ji bo 3 hezar mexdûrên erdhejê jî cih hatiye peydakirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û gelek rêxistinên civaka sivîl û sendîka piştî erdhejên Mereşê tevgeriyan û tevî bi sedan dilxwazên xwe li Dîlok, Semsûr, Meletî û Hatayê tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn. Li Êlihê di çarçoveya kampanyaya piştevaniyê de jî heya niha 42 TIR û 2 qamyon erzaq ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin. Li bajêr alîkarî û piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê didome.   JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN HER KES SEFERBER E   Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî alîkariyên xwe li Sendîkaya Petrol Îş'ê kom dikin. Pêkhate, mexdûrên tên bajêr jî ji bo wan cih peyda dike. Her wiha li bajêr zarok qumbereyên xwe, extiyar û astengdar jî meaşên xwe bexşî mexdûrên erdhejê dikin. Esnafek jî sobeyên ku ji cilşoyên xerabe çêkirine radestî HDP'ê dike û wan digihîne mexdûrên erdhejê.    Rêveberê HDP'a Êlihê Mehmet Şîrîn Ongun diyar kir ku hewl dane ji bin barê erdhejê rabin û got ku heya niha 42 TIR alîkarî ji herêma erdhejê re şandine, lê TIR'ek wan hatiye desteserkirin. Ongun da zanîn ku alîkariyên ku li herêma erdhejê tên belavkirin, li gor pêdiviyan tên belavkirin û got ku ji bo vê jî tim pêwendiyê bi navenda krîzê ya li herêmê re datînin.    RUHÊ SEFERBERIYÊ   Ongun destnîşan kir ku ji xeynî navenda bajêr, li navçeyan jî seferberiyeke mezin heye û got ku ji wir jî alîkarî tên avahiya partiyê ya bajêr û ji vir jî bi TIR'an ber bi herêma erdhejê ve tên şandin. Ongun got: "Di destpêkê de alîkariyeke zêde ji herêmê re hat şandin. Çi hebû me bar kir û şand. Niha em li gor pêdiviyan bi koordîne dişînin. Alîkarî li gund û navçeyan didome. Me dît ku bê ruhê seferberiyê yê gelê me çi qas mezin e. Zarok qumbereyên xwe û extiyar û astengdar jî meaşên xwe bexşî mexdûran kirin. Esnaf jî ji roja erdhej çêbûye heya niha alîkariyê dike. Esnafek me cilşoyên xerabe dike sobeyên seyar. Ew sobe jî hatin şanidn. Mirov li wir li dor wan xwe germ dikin. Ev cihê kêfxweşiyê ye."    Ongun bibîr xist ku bandora erdhejê bandoreke mezin e û bang kir ku divê piştevanî bê domandin.