Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin 2023-02-19 20:00:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji şirîkên Otêla Bozdoganê ya li Semsûrê ku di erdhejê de hilweşiyabû, Nazan Bagci hat binçavkirin.    Li Semsûrê Otêla Bozdoganê jî di erdhejê de hilweşiyabû. Ji şirîkên otêlê Nazan Bagci li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Semsûrê bi sûcê "kuştin û birîndarkirina bi qisûr" der barê Bagciyê de biryara lêgerînê dabû