Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin 2023-02-19 19:30:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji bo mexdûrên erdhejê hîn bêtir mexdûr nebin bang li xwediyê xaniyan kirin ku heqê kirê biha nekin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî bihabûna fiyetên kirêyan bang kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo cebirandina birînên erdhejê piştevaniyeke gelekî mezin tê kirin û wiha hat gotin: "Ev hewldan û ruhê ji bo piştevaniyê hêviya me xurt dike. Di roja ewil a erdhejê de bi hezaran malbatan deriyên malên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekirin. Ji bo vê em ji dil û can malavayiya wan dikin. Lê hin tişt hene em xemgîn dikin. Bi taybetî em dibihîsin ku fiyetê kirêyan pir tê bihakirin. Ji bo sivikkirina barê vê karesatê divê em hemû xwe bidin ber vî barî."    ‘DEM DEMA PIŞTEVANIYÊ YE'   Hevserokan ji bo mexdûrên erdhejê zêdetir mexdûr nebin bang li xwediyê xaniyan kirin û gotin: "Heqê kirê biha nekin. Nehêlin gelê me mexdûr bibe. Em bi piştevaniyê ji heq van rojên zor û zehmet derkevin. Dem dema piştevaniyê ye."