Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan 2023-02-19 16:08:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer da zanîn ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan.    Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan. Sezer, diyar kir ku ji bilî Mereş û Hatayê, xebatên lêgerînê yên li bajarên din bi dawî bûne û ev agahî parve kir: “Bi ser 430 hezar tehliyeyan ji hêla me ve hatin kirin. Em niha jî 313 hezar û 723 kesan li mêvanxaneyên cemaweriyê û hotêlan dihewînin.”   Her wiha Sezer destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina xesaran berdewam in û wiha bi dawî kir: “Heta niha ji sedî 50’î xebatên tespîtkirina xesaran hatine kirin.”