Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre 2023-02-19 13:48:36   MEREŞ - Aqilê dewletê yê ku li herêmên erdhejê peywira xwe ya venêrînê bi cih ne anî, hewl dide “Xemsariya sedsalî” ku bû sedema mirina bi dehhezaran kesan, bi “alayê” veşêre.    Di encama erdheja Mereşê de bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sê rojên destpêkê yên erdhejê de tu xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin kirin û bi hezaran kesên di bin kavilan de ji sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Li ser hema hema gelemperiya kavilên li Elbistan û bajarên din ku ji gel re bûn goristanan, alayên tirkan hatin daliqandin. Aqilê dewletê yê ku destûra avakirina bajaran li ser xetên fayê da, yê ku destûra projeyên îmarên avadaniyan da, yê ku heta avahî hatin çêkirin jî peywira xwe ya venêrînê bi cih ne anî, yê ku di bin navê “Efûya aştiyê” de ji bo avahiyên qaçax efû derxistî, mîna gelek bûyerên din ên xwezayî, hewl da vê “Xemsariya sedsalî” ya ku rê li ber hilweşîneke mîna qirkirinê vekirî bi “alayê” veşêre.