Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin 2023-02-19 11:37:54   MEREŞ - Li navçeya Bazarcixa Mereşê xirbeyên avahiyên hilweşiyayî li qadeke cihê çopî yê Yûkari Kazayê li gorî nimreyên parselên wan hejmar lê tên kirin û wisa tên rijandin. Kesên ku malên wan bi temamî hilweşîyan e dikarin nav xirbeyan tiştên xwe yên binirx bigerin.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê li aliyekî avahiyên bi xesar hildiweşin li aliyê din jî kavilên avahiyên bi temamî hilweşiyane ku cenazeyên mirovan jê hatine derxistin tên rakirin. Dema em di roja 14’an a erdhejê de li navçeya hêj diheje digerin li Taxa Cengîz Topel rastî Mûxtar Alî Şalli tên. Muxtar Şalli yê em rewşa taxa wî jê dipirsin wiha dibêje: “Li taxa min 25-30 avahî bi temamî hilweşiyan. Lê tenê malek jî bê xesar nîne. Ez li hemûyan yek bi yek geriyam lê nêrî. Avahiyên xesareke giran dîtine ji xwe dewlet dihilweşîne lê yên nehatine hilweşandin jî di rewşeke gelek nebaş de ne. Niha xirbe tên rakirin.” Şalli yê ku me hejmara kesên li taxa wî jiyana xwe ji dest dan pirsîn jî wiha dibêje: “Li taxa me nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ev hejmar ne zelal e. Ji ber ku hêj di bin kavilan de cenazeyên mevanan tên derxistin. Mesele em bêjin xwediyên xanî mirine 2-3 kes lê dema em xirbeyan radikin hin cenazeyên din derdikevin. Ne kesên ji taxa me ne dibe ku mevan bin. Tam ne zelal e lê hejmara kesên li taxa me jiyana xwe ji dest dan nêzî 40’î ye.”   MIROV DIKARIN DI NAV XIRBEYÊN HATINE RIJANDIN DE LI TIŞTÊN XWE BIGERIN   Muxtar Alî Şallli ku me jê pirsî ka xirbeyên avahiyên hilweşiyayî dibin ku derê û çi lê dikin ev bersiv da: “Li cihê em jê re dibêjin cihê çopê yê Yûkari Kaza, qadek hate afirandin. Vî xirbeyî dibin wir. Li wir li gorî nimreyên parselan nimre li xirbeyan tên kirin. Xwediyên xaniyan tên agahdarkirin. Kengî bixwaze dikare lê binêre. Kesên di nav de zêr û ziberên wan hene dikarin bên lê binêrin. Li wir leşker û polêsên me hene.”   Şalli bi bîr xist ku felaketeke mezin bi serê wan hatiye û wiha got: “Ez ji kesên alîkarî ji me re anîn û hewl dan ji me re bînin gelek spas dikim. Baş e ku hûn hene.”   MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay