Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê 2023-02-19 10:03:47   AMED - Me li Ameda ku di erdhejê de lê 19 avahî hilweşiyan, 409 kesan jiyana xwe ji dest dan, 900’an zêdetir kes birîndar bûn û heta niha ji 500’an zêdetir avahiyên bixesar hatine tespîtkirin wêneyê koçberiya mexdûrên erdhejê yên li bajêr kişand.      Li gorî daneyên fermî, hejmara kesên ku heta niha di erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê çêbûn de jiyana xwe ji dest dan, ji 40 hezaran derbas kir.      Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê; li Mereşê 8 hezar 633, li Semsûrê 5 hezar, li Hatayê 8 hezar 268, li Meletiyê 5 hezar 578, li Dîlokê 10 hezar 777, li Kilîsê 447, li Rihayê 338, li Amedê 434, li Edeneyê 30 û li Osmaniyeyê jî 88 hezar avahî weke ku hilweşiyane, divê bi lezgînî bên xerakirin û xesareke mezin dîtine hatin tespîtkirin.      Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin, tê texmînkirin ku di kavilên avahiyan de hêj 200 hezar kes hene. Li Amedê ji bin kavilên 7 avahiyên hilweşiyan cenazeyên 409 kesan hate derxistin.      Piştî erdhejê weke bajarên din AFAD li Amedê jî dereng tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bû, mudaxileya ewil a kesên di bin kavilan de ji aliyê mexdûrên erdhejê ve hate kirin. Amed yek ji bajarên ku di erdhejê de piştevaniya sivîl herî bilez lê organize bû û di vê organîzebûnê de Navenda Krîzê ya Erdhejê ku Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr ava kir bi bandor bû.      Navenda Krîzê piştî erdhejê ji bo 250 hezar mexdûrên erdhejê piştgiriya stargeh, xwarin û malzemeyên din ên jiyanî kir. Ji ber Miduriyeta Bajêr a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di xebatên tespîtkirina xesarê de hêdî tevdigere, pirsgirêka stargehan zêde dibe.      Ji ber kêmasiyên di xebatên tespîtkirina xesarê de mexdûrên erdhejê her tim di rewşa koçberiya navxweyî de ne.      Destpêka cihên ku koçberiya navxweyî lê tê jiyîn, navçeya Rezan a ji erdhejê herî zêde bandor bûye û bi koçberiya şer re mezin dibe, tê.      Gelê ku ji ber xesara di avahiyan de şev li derve derbas kirin hewl didin bi derfetên xwe qadên bi ewle yên bikarin lê bimînin biafirînin.     Li navçeya ku di navbera çend gavan de wesayîtên veguhestinê tên dîtin, pêkane ku mirov rastî mexdûrên erdhejê yên bi tiştên weke nivîn, balif û lihêfan di nava liv û tevgerê de ne bên.      Kesên ku cihekî wan nîne biçinê an di nava kuçeyên teng de an jî di bin avahiyan de tên ba hev û di nava nediyarî û bêhêvîtiyê de bendamayîna xwe didomînin.      Ji bilî bêçaretî, nediyarî û bertekên li dijî bêeleqetiya dewletê tên nîşandan, hewldanên vegera li rewşa asayî ya navçeyê jî balê dikişine.      Piştî rewşa krîzê ya 14 rojan dikandaran jî dest bi vekirina derabeyên xwe kirin      Bazarên semtê yên navçeyê jî perçe bi perçe dest bi avakirinê kirin. Dikandarên bazarê hevî dikin ku bêdengiya ji ber erdhejê pêk hat bi asayîbûnê bi dawî bibe.      Li hilweşandinên taxên ku di bin “veguherîna bajarvaniyê” de hatin hilweşandin lê ji ber proje li dijî îmarê ye hate betalkirin, kavilên erdhejê lê zêde bûn. Li ber xaniyên musteqîl ên bixeser hêj jî mirov hêviya xwe diparêzin.      Li navçeyê ku kesên li ber deriyan li ser piyan sohbet dikin û kesên tenê mane li cem hev dijîn, çavkaniya bingehîn a fikarê nediyariya di jiyana wan de ye.      MA / Salîh Yeşîl