Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin 2023-02-19 09:40:26   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin. Turkdogan ji bo çareseriyê bal kişand ser biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê û wiha got: “Di rewşeke wiha de domandina şer û pevçûnan bi kêrî kesekî nayê.”    Piştî erdheja Mereşê, li 10 bajaran Rewşa Awarte (OHAL) hate ragihandin. Bi ragihandina OHAL’ê re li pey hev nûçeyên îşkenceyê hatin weşandin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag îdiaya “malan talan dikin” kir û piştî vê îdiayê jî sepanên îşkenceyê yên polîsan ên li dijî gel zêdetir bûn. Bûyer gihiştin astekî wisa ku welatiyê bi navê Ahmet Gureşçî li Hatayê bi îdiaya “diziyê” hate binçavkirin û li qereqolê di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo darizandina kujerên Gureşçî, rêxistinên hiqûqê ketin dewrê, leşkerên berpirsyar ji peywirê hatin dûrxistin lê dîsa jî tu daxuyanî nehatin dayîn.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û diyar kir ku îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye.    ‘FAÎLÊN ÎŞKENCEYÊ DÊ BÊN DARIZANDIN’   Turkdogan, diyar kir ku ji roja erdhejê heta niha ji herêmên erdhejê dîmenên kesên bi îşkenceyê hatine kuştin tên belavkirin û wiha got: “Ev dîmen bi zanebûn tên belavkirin. Îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye û qedexe ye. Faîlên îşkenceyê teqez dê bên darizandin. Yên ku baweriya xwe bi îktîdarê tînin û vî sûcî dikin bila bizanin ku dê tu îktîdar nekarin wan xelas bikin. Dema faîl dibin rayedarên dewletê, serî li polîtîkaya necezakirinê didin. Bi hinceta erdhejê OHAL hat ragihandin û ev îdiaya ‘talanê’ jî kirin hinceta wê.”   ‘SEDEMA ÎŞKENCEYÊ ÎKTÎDAR E’   Bi domdarî Turkdogan got ku rêxistinên sûc li Tirkiyeyê pir zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Hinek endamên van rêxistinên sûc jî li herêmên erdhejê ne. Rewşeke tam li gorî daxwaza wan çêbû lewma van sûcan bi rehetî dikin. Daxuyaniya îktîdarê ya ‘em ê li dijî talan û diziyê têbikoşin û dilê xwe nehêlin bi wan ve’ ji hêla hêzên ewlekariyê ve weke ferman hat dîtin. Lê diviya bigotina ‘em ê li dijî sûc têbikoşin û îşkence qedexe ye.’ Sedema van îşkenceyan, daxuyaniyên îktîdarê û polîtîkaya necezakirinê ye. Dê hemû dîmenên îşkenceyê bên lêkolînkirin. BTK van tevekan derxîne holê bê ka kê ev dîmen parve kirine. Dê kesên di wan dîmenan de bên tespîtkirin û lêpirsîn were destpêkirin. Baş e lê çima nayê kirin? Ji ber polîtîkaya necezakirinê ye.”   ‘DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ BIRYARA BÊÇALAKTIYÊ YA KCK’Ê TEVBIGERE’    Turkdogan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdar dixwaze berê hêrsa gel arasteyî cihekî din bike. Bi van dîmenan dixwazin gel bitirsînin. Siyasetmedarên di rojên ewil ên erdhejê de xuya nedikirin, niha gefan dixwin. Heke di rojên ewil de mudaxeleyî kavilan bikirana, dê bi hezaran mirov bihatina rizgarkirin. Xelk ji ber vê bihêrs û bibertek e. Îktîdar jî hewl dide berê hêrsa gel bide cihekî din. Ji ewil bila hesaba vê bidin. Umît Ozdag ji hêla îktîdarê ve tê parastin ji bo ku dengên ji AKP-MHP’ê vediqetin ji bo Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê neçin. Ev kes her roj dijbertiya penaberan dike û sûcê nefretê dike lê kesek dengê xwe jê re nake. Gelo Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind çima derheqê vê partiyê de biryara girtinê nade?     Sedema rêvebirina xerab a vî welatî penaber nînin. Ji ber polîtîkaya şaş a vî welatî ew kes koçber bûn. Heke pirsgirêka kurd bihata çareserkirin, dê îro pirsgirêka penaberan jî nebûya. Lewma divê gelê me rê nede vê dijbertiya penaberan. Divê Tirkiye tavilê ji vê rewşa îşkence û sûcê nefretê derkeve. Divê Tirkiye dev ji operasyonên derveyî welat berde, mijara aştiyê têxe rojeva xwe û li gorî biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê tevbigere. Di rewşeke wiha nebaş de domandina şer û pevçûnan dê bi kêrî tu kesî neyê. Divê teqez li polîtîkayên aştiyê vegerin. Bi vê yekê re dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.”   MA / Enes Beyaz