Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî 2023-02-19 09:04:53   AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadê tevnên piştevaniyê ava kirine û bal kişand ser girîngiya civaka rêxistinbûyî. Ceylan got ku ruhê piştevaniyê yê bajêr xwe disipêre têkoşîneke 50 salî.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî erdhejên Mereşê beriya saziyên dewletê tevgeriya û pêşengtiya tevna alîakriya kir. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, di bin banê Navenda Koordînasyona Krîzê ya Erdhejê de ku bi pêşengiya navenda giştî hat avakirin, li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê, ji bo pêdiviyên mexdûran serferber bû.    ‘ÊŞA ME HEMÛYAN E'   Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku ruhê piştevaniyê yê li bajêr xwe disipêre têkoşîna azadiyê ya tevgera kurd û ji bo bênavber domandina piştevaniyê bang kir. Ceylan wiha axivî: "Em sersaxiya gelê xwe dikin. Êşa wan, êşa me hemûyan e. Heya niha li Amedê nêzî 400 kes û bi giştî zêdetirî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Em hêvî dikin ku ev hejmar zêde nebe. Rastiyeke din jî, hê jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de, li benda rizgarkirinê ne. Mirov êdî ne li benda canên xwe, li benda cenazeyên xwe ne."    ÇANDA TÊKOŞÎNEKE 50 SALÎ   Ceylan ku got "dîroka kurdan dîrokeke qedîm e" û ji bo ruhê piştevaniyê yê derketiye holê got: "Mirov divê xwedî li hev derkevin. Helbet HDP, li vê axa ku xwedî têkoşîneke 50 salî ye, xwe bi hesta heq, hiqûq û edaletê ava kiriye. Ev çand, bûne ruhê HDP'ê. Ev çand, di rojên çê û xirab de, li gor derfetên xwe rol û ristekê hildigire. Di dema karesatê de bi dehhezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû bi lezgînî mudaxile lê bihata kirin. Em di zivistanê de ne, ne pêkan e ku mirov bê betanî û kon îdarebike. Diviyabû demildest pêwendî bi wan mirovan re bihata danîn. Ev ruhê Amed, Êlih, Sêrt û bajarên din ên Kurdistanê di partîkê de xwe da der."    REFLEKSA CIVAKA RÊXISTINKIRÎ   Ceylan axaftina xwe wiha domand: "Civakîbûn, demokrasî û çanda mirovahiyê xwe bi xwe dernakeve holê. Mirov ji bo karibin bijîn, bi dehan salan ked û bedêlên mezin dan. Kapîtalîzm û dewletan mirovan, ji mirovahiyê dûr xistin. Ew qas hêz, derfet û teknîk hebûn. Bixwestena dikaribûn di cî de mudaxileyî karesatê bikirana. Dikaribûn mirovan bi saxî an jî bi birîndarî rizgar bikirana. Lê civak xwe bi xwe bû dermanê xwe. Civakê alîkariya civakê kir. Amed jî vî ruhî ji wir digire. Ruhê vê axê, ruhekî birûmet e. Ev ruh, ruhekî serbilind e. Me dît ku rêxistinên civaka sivîl gava bixwazin dikarin alîkariyê bikin. Civakeke rêxistinkirî, dikare di karesatan de jî refleksên ji nişkave bide der. Me ev ruh li Amedê û bajarên din ê Kurdistanê birêxistin kir. Me birêxistin kir û di pratîkê de da der. Ji bo xizmeta gel hê jî kêmasiyên me hene. Piştî vê saetê dê xebatên me xehmettir bin. Zivistan e, hê jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Bi sedhezaran mirovên me li benda alîkariyê ne. Divê em bi ruhê yekîtiyê û ruhê xwedîderketinê alîkariyan bidomînin û bibin derman ji gelê xwe re."   PÊŞENGIYA CIWAN Û JINÊN KURD    Ceylan destnîşan kir ku di çaçroveya xebatên erdhejê de jin û ciwan pêşengiya têkoşîê kirine û got: "Di van xebatan de pratîka jin û ciwanan bi awayekî herî zelal xwe da der. Ev jî encama têkoşîna bi salan e. Ev ruhê xwedîderketin û berxwedanê ye." De   ‘BILA HER KES DERIYÊN MALA XWE VEKE'   Ceylan bibîr xist ku bi sedhezaran mirov ji ber erdhejê mexdûr bûne û got ku li dijî fiyetê kirêyan û keybazan kampanyaya "mala min mala te ye" dane destpêkirin. Cyelan got: "Em di zivistanê de ne. Niha bi milyonan kes bê mal in." Tenê li Amedê nêzî 50 hezar kes bê mal in. Em dixwazin alîkariya wan bikin. Divê em alîakirya wan bikin. Lewma me got 'mala min mala te ye.' Em vê kampanyayê mezin bikin. Em ê bikin mala civakê ku her kes deriyên xwe ji mexdûran re veke."   MA / Eylem Akdag