'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike' 2023-02-19 09:03:24 WAN - Sîmîn Atabay a OHD'î ku bal kişand ser îşkence û tundiya li herêma erdhejê, anî ziman ku desthilat ji bo li herêmên erdhejê xwe ji berpirsiyariyê xelaa bike îşkence û bêhiqûqîtiyê berbelav dike.    Piştî erdhejên Mereşê, li herêma erdhejê bûyerên şidetê dest pê kirin. Di dîmenên li ser medyaya sanal de tê dîtin ku hin kes bi îdiaya ku "dizî" kirine polîs îşkenceyê li wan dikin. Her wiha di 11'ê sibatê de jî Ahmet Gureşçî bi hinceta ku mirov "şêlandine" li Hatayê hatibû binçavkirin û li Qereqola Cendirmeyan a Altinozuyê jî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha 5 ciwanên ku ji Amedê bi destûra qeymeqamtiy çûbûn Semsûrê jî, polîsan ew derxistibûn derveyî bajêr û îşkence li wan kiribûn.   Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Sîmîn Atabay, destnîşan kir ku tundî û îşkenceya li herêma erdhejê, ji bo siyaset berpirsiyariya xwe pir û pak bide der, tê kirin.    Atabay got: "Di vî warî de hedefnîşandan gihîştiye asteke pir mezin û mirov gotinên nijadperest wekî tiştekî ji rêzê bin bilêv dikin. Di vî warî de hin êriş çêbûn û hin kesan serî li me da. Di van serlêdanan de tê dîtin ku hin mirov bi tena serê xwe serî li rêbazine cezakirin dane. Mixabin ev lînckirin gihîşt mecrayeke mezin. Ev dîmenên şidetê, wekî ku encama wê êş û azara mezin a li herêma erdhejê be hat nîşandan. Lê mixabin ev ne ji ber erdhejê ye. Ev, encama fikra kesên ku heya niha welêt bi rê ve dibin."    Atabay destnîşan kir ku îşkence û şideta li herêma erdhejê rengvedana polîtîkayên desthilatê ne û got: "Îro ro ji ber vê rengvedanê, mirov nizanin bê ka sûc heye yan na, lê radibin bi xwe ceza dibirin. Lê em behsa hebûna dewleteke hiqûqê dikin. DI dewleta hiqûqê de kesekî ku sûcê wî nehatibe îspatkirin, ew kes masûm e. Karîneya masûmiyetê ev qasî zelal e, lê mirov radibin ji ber hin berhêlîkirin û pêşdarazan serî li rêbaza cezakirinê didin. Ev jî tê wateya ku dewleta hiqûqê nemaye."    Atabay da zanîn ku heya niha ne Wezareta Karên Navxweyî ne jî Midûriyeta Giştî ya Polîsan û waliyên baajrên ku bûyerên îşkenceyê li wan qewimîne têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane û got: "Mixabin ev îşkence ji nedîtî ve tên û ev yek mirovan bicesaret dike."