ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-19 09:00:14   * Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê bertek nîşanî rêziknameyên girtîgehan da ku di wan de erdhej wekî pirgsirêkeke navxweyî hatiye diyarkirin û got ku divê jiyana girtiyan bê parastin.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç diyar kir ku li herêma erdhejê ger mirov li paqijiyê ne miqate bin, dê nexweşîn zêde bibin û got ku li van deran pirsgirêkên ruhî û derûnî çêbûne, lewma divê navendên derûniyê bên zêdekirin.    * Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê Tirkiye ji atmosfera nefretê bê rizgarkirin. Turkdogan ji bo çareseriyê bal kişand ser biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê û wiha got: “Di rewşeke wiha de domandina şer û pevçûnan bi kerî kesekî nayê.”   * Sîmîn Atabay a OHD'î ku bal kişand ser îşkence û şideta li herêma erdhejê, anî ziman ku desthilat ji bo li herêmên erdhejê xwe ji berpirsiyariyê xelaa bike îşkence û bêhiqûqîtiyê berbelav dike.    * Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku ji roja ewil a erdhejê ve li qadê tevnên piştevaniyê ava kirine û bal kişand ser girîngiya civaka rêxistinbûyî. Ceylan got ku ruhê piştevaniyê yê bajêr xwe disipêre têkoşîneke 50 salî.    * Li navçeya Rezanê ku tê xwestin taxa wê ya Kaynartepe daxilî nava "veguherandina bajêr" bê kirin, hin keybaz bi "raporên xesarê" yên sixte tirsê belav dikin û dixwazin avahiyan bi erzanî bi dest bixin.    * Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku ziman jiyan û awêneya civakan e û zimanê kurdan ji avakirina komarê ve tune tê hesibandin û kurdan bi têkoşîna xwe tevî polîtîkaya sed salî jî zimanê xwe zindî hiştin.    * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyabûn, dewam dikin.   * Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ya Amedê têkildarî xebatên di erdhejê de hatine kirin wê li avahiya xwe ya navçeya Peyasê daxuyaniya agahdarkirinê bide. (11.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarê xebatên ku derbarê mexdûrên erdhejê de hatine kirin wê li Sendîkaya Petrol Îş’ê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (13.00)