Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin 2023-02-18 22:19:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Huseyîn Cîmşît, ji ber kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, giliyê Serokkomar Erdogan û gelek wezîran kir.    Parêzer Huseyîn Cîmşît, têkildarî erdhejên Mereşê de li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind gilî kir. Cîmşît, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye berpirsên kesên di erdhejê de mirine û birîndar bûne Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Wezîrê Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê Mûrat Kûrûm, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Gihaniyê Adîl Karaîsmaîloglû ne û giliyê wan kiriye.    Li gor nûçeya di Kisadalgayê de, giliyê kesên ku di navbera 1999-2023'yan de li Mereş, Hatay, Dîlok, Edene, Meletî, Osmaniye û Rihayê şaredarî û endamtiaya meclîsa şaredariyê kirine jî hatiye kirin.