Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan! 2023-02-18 16:03:36   STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F’yê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî û wiha gotin: “Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş Îvrendî teqiyan û ji birînên wî xwîn diherike.”    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya Rûniştina F’ê li dar dixe. Çalakiya 569’emîn li pêşiya avahiya komeleyê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê beşdaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin û piştî erdheja 6’ê sibatê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.    Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Cemîl Îvrendî berdin” berz kirin.    BI DESTÊ DEWLETÊ VEGUHERÎ KARESATÊ   Daxuyanî ji hêla endama komîsyonê Hatîce Onaran ve hate xwendin. Onaran, got ku nediyariya têkildarî rewşa girtiyên li herêmên erdhejê berdewam e û ev tişt anî ziman: “Divê rayedar di vê mijarê de agahiyên zelal bidin. Îvrendî piştî erdheja 6’ê sibatê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Îvrendî 29 sal in di girtîgehê de ye û divê birêkûpêk were tedawîkirin. Nexweşiyên weke dil, hîpertansiyon, kolestrola bilind, bêhnkurt û anal fîstûlê yên Îvrendî hene. Di sala 2002’yan de emeliyeta vekirî ya dil bû û derîçeyên dilê wî hatin guherandin. Divê bi awayekî periyodîk her mehê bê kontrolkirin. Her wiha divê dermanênx we bi rêk û pêk bi kar bîne.”    TEDAWIYA BIRÊKÛPÊK ŞERT E   Bi domdarî Onaran, destnîşan kir ku divê Îvrendî ji ber nexweşiyên bêhnkurt û hîpertansiyonê jî bi rêkûpêk bê şopandin û wiha bi dawî kir: “Di sala 2007’an de teşhîsa nexweşiya anal fîstûlê hate kirin û ji ber teqîna anal fîstulê, her tim cihê birînê xwîn jê herikî ye. Ji bo sekinandina xwînîbûna birînan û dermankirina birînê, di sala 2008’an de li Erziromê, di sala 2015’an de li Zanîngeha Osman Gazî ya Eskîşehîrê, di sala 2017’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê û herî dawî jî di 18’ê gulana 2018’an de dema li Girtîgeha Tîpa L a Tarsusê dihat ragirtin dîsa hate emeliyatkirin lê birînên wî hêj jî nehatine girtin.”   JI BER SEWQA BI DARÊ DÎSA XWÎN JI BIRÎNAN HAT    Onaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema sewqkirina bi darê zorê de Îvrendî neçar ma ku 9 saetan rûniştî bimîne. Bi vê yekê re nexweşiya wî girantir bû. di dema sewqkirinê de birînên wî teqiyan, êş û jêçûna xwînê zêdetir bûn. Di dema sewqkirinê de nehiştin Îvrendî û girtiyên din tiştên xwe yên taybet bi xwe re bibin. Her wiha agahiya sewqkirina wan bi tu awayî nehate parvekirin. Îvrendî di 11’ê sibatê de agahî da malbata xwe ku hatiye sewqkirin. Cemîl Îvrendî ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê birêkûpêk bên tedawîkirin. Ne pêkane ku bi tena serê xwe bikare bijî. Em nizanin bê ka tedawiya Îvrendî tê kirin an na. Ragirtina Îvrendî, li ser mafên wî yên tenduristî û jiyanê gefek e. Divê tavilê were berdan.”