'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’ 2023-02-18 15:35:42   RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê diyar kir ku ji bo mexdûrên erdhejê dîsa li cih û warên xwe vegerin, divê mercên guncav bên amadekirin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî erdheja navenda Mereşê de daxuıyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Baroya Rihayê hate dayîn û pêkhateyên platformê di daxuyaniyê de amade bûn.    Di daxuyaniyê de hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Meral Halat li ser navê platformê daxuyanî xwend û da zanîn ku di encama erdhejê de li 10 bajaran bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedhezaran kes jî bêmal mane. Halat, got ku heke xebatên lêgerîn-rizgarkirinê di dema xwe de û bi awayekî baş bihatina kirin, dê bi hezaran kes bihatina rizgarkirin û wiha domand: “Mirov di bin kavilan de û xizmên wan jî li ser kavilan bi tenê man. Heyva Sor a ku piştî her erdhejê pereyan dixwaze û mîna holdîngê bûye, weke nav tenê li ser maqbûzan ma. AFAD a girêdayî Wezareta Karên Hundir, ji ber avadaniya xwe ya nekêr, ferq nekir bê ka karesat çiqas mezin e û nekarî koordînasyonê bike.”    DIVÊ NÊRÎNA ODEYÊN PÎŞEYÎ Û SENDÎKAYAN BÊN GUHDARÎKIRIN    Halat, bang li dewletê kir ku tavilê peywirên xwe bi cih bîne û wiha bi dawî kir: “Divê li herêmên erdhejê pêdiviyên mexdûran ên weke cihê mayînê, xwarin, vexwarin, germbûn, tenduristî, ewlehî û hwd. bên bicihanîn. Di mijarên weke tenduristî û qirêjiya hawirdorê de li gorî nêrînên saziyên têkildar, odeyên pîşeyî û sendîkayan tevbigerin û tevdîrên pêwîst bigirin. Divê xelk neyê mexdûrkirin ku koçî bajarên din bibin. Hewceye şert û mercên guncav bên amadekirin ku welatiyên koçî bajarên din bûne dîsa li cih û warên xwe vegerin.”