Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne! 2023-02-18 12:16:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku herî kêm 20 zarokên ji erdhejê bandor bûne, li malên ji aliyê Weqfa Alîkariya Însanî ÎHH ku bi dayîna çekên ji bo komên paramîlîter ên li Sûriyeyê tê naskirin hatine bicihkirin.    Nîqaşa li ser aqûbeta zarokên ku di erdheja Mereşê de birîndar bûn û rakiribûn nexweşxaneyê, malbatên xwe windakirin û ji ber hin sedeman bêrefeqat mane didome. Hate îdiakirin ku zarokên bêrefeqat mane di dema sewqa nexweşxaneyê de an jî piştî tedawiyê hatine revandin. Hin îdia jî ew in ku zarok di bin navê “malbata parêzger” de radestî hin malbatan hatine kirin. Piştî ev îdia bûn sedemê nîqaşan Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî daxuyaniyek da.    WEZARET: ZAROK DI DESTÊN EWLE DE NE   Wezareta di daxuyaniya ku 13’ê sibatê de dayî de wiha got: “Li ser mijara zarokên ku li herêma erdhejê heta niha malbatên wan negihiştinê yekane saziya rayedar wezareta me ye. Zarokên me di dest destên ewle de ne.”   Lê tevî daxuyaniya wezaretê jî Komeleya Pêşî Zarokan û Jinan gelek îxbar wergirtin. Di îxbaran de hate diyarkiri ku gelek zarokên bêrefeqet ji bilî saziyên dewletê li cemaet û tarîkatan hatine bicihkirin, 60 zarok li hin avahiyên Taxa Çavûşbaşi ya navçeya Beykoz a Stenbolê hatine bicihkirin.    KOMELEYÊ GILÎ KIR   Komeleyê, duh bi delîlên ku ji vîdeoyan pêk tê ji bo ku ji Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê re bê şandin bi îdiaya “zarok revandine û desteserkirine” û “kes ji azadiya wî bêpar hiştiye” gilî kir.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem jî ragihand ku îxbarên cidî girtine zarokên tên texmînkirin mexdûrên erdhejê ne û bêkes in radestî komeleyeke bi tarîkatan re têkildar hatine kirin.   DERKET HOLÊ KU AVAHÎ YA ÎHH’YA BI ALÎKARIYA ÇEKAN TÊ NASÎNE   Piştî gilîkirin û îxbarên li wezaretê hatin kirin, Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî bi polîsan re çû avahiya ku behsa wê tê kirin. Derket holê ku avahî aydê Weqfa Alîkariya Mirovî ya ÎHH’ê ye ku bi nêzîkatiya hikumetê û ji bo alîkariya çekên ji komên paramîlîter ên li Sûriyeyê re kiriye ketiye rojevê tê nasîn.    LI MALÊ HERÎ KÊM 20 ZAROK HENE   Hat diyarkirin ku 20 zarok û 7 dayik ên mexdûrên erdhejê yên li malê ji navçeya Kirikhan a Hatayê anîne vir û car caran Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî zarok ziyaret kirine. Rayedarê wezaretê diyar kir ku zarok Sûriyeyî ne û got: “Nakokî nîne.”