Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî! 2023-02-18 12:12:28   STENBOL - Fuat Açikgul got li gel ku pêşiya avahiya wan a li Samandagiyê hilweşiyaye û terk li qatên wê ketine jî rapora “bêxesa”" dane û ew ê îtîrazî rapora dane wan bikin.    Piştî erdhejê niha jî sextekarî û hîleyên li ser raporên xesarê derdikevin holê. Karesata erdhejê li taxa Ataturkê ya navçeya Samandagiyê ya Hatayê rê li ber rûxandinek mezin vekiriye. Li avahiyek 5 qatî ya li taxa Ataturkê bi hilweşandinê re rûbirû ye. Di encama tespîta li ser avahiyê ku ji aliyê Wezareta Hawirdoriyê û Bajarvaniyê ve hatiye kirin, rapora “bêxesar” dane avahiyê. Ji rûniştvanê avahiyê Fûat Açikgul diyar kir ku avahiya wan pêşiya wê hemû hilweşiyaye û terkên mezin li hemû qatan ketiye û avahiya wan dibe ku her kêlî hilweşe. Açikgul anî ziman ku hemû rûniştvanên avahiyê tevî hewa sar jî li derve di konan de dimînin.   Açikgul da zanîn ku rapora ku wezaretê daye avahiya wan li hemberî wê matmayî mane û ew ê li ber raporê rabin û îtîraz bikin. Açikgul got tîma tespîta xesarê ji derve ve li avahiyê nihêriye û jê re gotine bêxesar e.