Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-18 12:11:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş diyar kir ku li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em neçarin ku ji sedî 80’ê Antakyayê hilweşînin.”    Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Mereşê bibandor bûyî, Hatay e. Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş da zanîn ku li bajar di encama erdhejê de herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 24 hezar kes jî birîndar bûne.    'EM NIKARIN CEYRANÊ BIDIN ANTAKYAYÊ’    Savaş, da zanîn ku pirsgirêkên av û ceyranê yên li Antakyayê berdewam in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin ceyranê bo navenda Antakyayê bibin. Ji ber ku gelek qablo li derve ne û apartman hilweşiya ye. Di mijara avê de jî me nekarî bo Antakya, Defne û hinek jî bo Samandagê avê bibin. Di encama erdhejê de ziyaneke mezin gihişt binesaziyê. Di halê hazir de em neçarin ku ji bilî cihên hilweşiyayîn, ji sedî 80’ê Antakyayê hilweşînin. Li Hatayê jî zêdetirî 3 hezar avahî hilweşiyane. Nêzî 30 hezar avahiyan xesar gihiştiyê. Divê em tevekan hilweşînin.”