Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran 2023-02-18 11:07:03 HATAY - Ahmet Abî û Mîkaîl Ozay ê ji erdheja Wanê xesar dîtine ji bo birînên mexdûrên erdheja Hatayê bipêçin li herêmê ne. Abî û Ozay diyar kirin ku wan dîtiye ku dewlet naçe alîkariya mexdûran û ew bi bayê bezê ji bo alîkariyê berê xwe dane Hatayê.    Karesata erdhejên navenda wê Mereş bû rê li ber rûxandinek mezin vekirin. Li bajarên Mereş, Dîlok, Semsûr, Amed û Hatay3e hê jî xebatên lêgerînê û rizgarkirinê û her wiha xebatên rakirina xirbeyan dewam dikin. Ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran dilxwaz berê xwe dan herêmên erdhejê û hem tev li xebatên rizgarkirinê bûn û hem jî alîkariya mexdûran kirin.    DU MEXDÛRÊN ERDHEJÊ JI WANÊ BERÊ XWE DAN HATAYÊ    Ahmet Abî yê ji gundê Herisan a bi ser navçeya Elbaka Wanê de mala wî ji erdheja Xoyê ya di 23’ê sibata 2020’yan de xesar dîtiye û Mîkaîl Ozay ê ji gundê Sedmanîs a bi ser navçeya Serawa Wanê ve mala wî ji erdheja 25’ê hezîrana 2020’yan de xesar dîtiye hatin Hatayê û alîkariya mexdûrên erdhejê dikin. Abî û Ozay tev li xebatên Maseya Krîzê ya HDP’ê bûn û alîkariyê li mexdûrên erdhejê belav dikin.    XWEDIYÊ HEMAN ÊŞÊ NE    Abî û Ozay diyar kirin ku wan bi xwe jî heman êşa karesata erdhejê dîtine û gotin: “Em jî mexdûrên erdhejê ne. Li Hatayê bi hezaran kes di binê xireyan de man. Gel mexdûr bûn. Dewlet dereng bi hawara xelkê hat. Dewletê xwe dereng gihand herêmên erdhejê. Lewma bi lez û bez me berê xwe da Hatayê û em hatin alîkarî û hawara xelkê. Dewletê bi mexdûrên erdhejê re alîkarî nekir û mirovan terkî mirinê kir. Naxwazin birînên gel baş bibin. Çi ji destê me hat me kir û em hê jî dikin û me xwest em birînên mexdûran bipêçin. N tenê gel di bin xirbeyan de ma, dewleta ku xelkê bêxwedî hişt di bin xirbeyan de ma.”    MA / Mujdat Can