Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin 2023-02-18 11:06:12   ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku desthilat ji bo bertekan asteng bike li 10 bajarên ku erdhej lê bandor bû OHAL îlan kir û anî ziman ku rewşa awarte bêcezatiyê tîne û divê ji holê bê rakirin.    Di encama erdhejên li navçeya Bazarcix a Mereşê û Elbistanê çêbûn de li Edene, Semsûr, Hatay, Dîlok, Amed, Kilîs, Riha, Meletî, Mereş û Osmaniyê zirarên mezin çêbûn. Her du rojên ewil ên erdhejê ne Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ne jî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê neçûn herêmê. Erdoganê piştî deprema ku bîlançoya wê her diçe giran dibe 25 saetan derket pêşberî kamerayan jî ragihand ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) hate îlankirin. Piştî ku OHAL hate îlankirin li gelek rojnamevanan gef hate xwarin, hatin tacîzkirin û binçavkirin. Mexdûrekî erdhejê jî bi hinceta hevpeyvîna kirî û nehate parvekirin hate binçavkirin.    Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk têkildarî erdhejê û OHAL’a pişt re hate îlankirin nirxandin kirin.    ‘DIVIYABÛ HERÊMA AFETÊ HATIBÛNA ÎLANKIRIN’    Bozgeyîk, diyar kir ku bandora erdhejê girêdayî talan, şêlan û rantê ya 21 salan a AKP’ê ye û anî ziman ku desthilat ji 6’ê sibatê saet 4.20’an ve di bin kavilan de ma. Bozgeyîk, diyar kir ku nava AFAD û Kizilayê bi salane hatiye valakirin û wiha got: “Ji bo ku pêşî li komên muxalîf û çapemeniyê yên li herêmê lêkolînên objektif bikin û ji raya giştî re parve bikin û kemasiyên xwe bigirin û erdhejê veguherînin firsendê bi rêya çapemeniya xwe ferasetek da avakirin û OHAL îlan kir. Em îlankirina OHAL’ê rast nabînin. Divê ew der weke herêma afetê hatibûna îlankirin û li gor wê bergirî hatibûna girtin.”   PÊVAJOYA AKP’Ê YA BÊQANÛNIYÊ   Bozgeyîk bi bîr xist ku AKP’ê ji bo hebûna xwe biparêze di 20’ê tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kir û dest bi pêvajoyeke bêqanûnî kir û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên xwe yên tepisandinê yên li dijî mûxalîfan bi rewşa awarte meşand û bi polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê re xwe ewle kir. Ev biryara Rewşa Awarte nîşan dide ku dewlet li 10 bajaran hilweşiyaye, kêm maye û di mudaxaleyê de dereng maye. Hin gav û gumanên cur bi cur hene ku piştî erdhejê 15-20 rojan bajêr ji nû ve bên avakirin û avaniha demokragîk bê guhertin. Ji bo polîtîkayên ku pêşî li ketina mûxalîfan a nava bajêran û azadiya agahîgirtinê digire, bixe meriyetê, Rewşa Awarte danî pêşiya xwe. Di hilbijartineke gengaz de polîtîkayên xwe yên li herêmê weke navgîneke serdestkirina polîtîkayên xwe û pêşvebirina polîtîkayên bi armanca guhertina kêmasî û ferasetên heyî bi kar tîne. Bi OHAL’ê re ji bo kesên ku îşkenceyê li penaberan, koçberan û gel dikin polîtîkaya bêcezahiştinê daniye holê. Divê ev ji holê hatibûya rakirin.”   QEYÛM Û AVANIYA DEMOGRAFÎK A HERÊMÊ    Bozgeyîk, bi bîr xist ku di erdheja Wanê de şaredarî di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (DTP) de bûn û div ê pêvajoyê de şaredariyan bil ez xebatên lêgerîn û xelaskirinê û alîkariyê pêk anîn. Bozgeyîk, bi lêv kir ku bi pêkanîna qeyûman a di sala 2019’an de ji nû ve xistin meriyete şaredarî negihiştin herêmê û wiha pê de çû: “Rêxistinên girseyên demokratîk û partiyên siyasî tevî hemû zehmetiyan gihiştin wir. Di rojên pêş de dibe ku geşedanên bi armanca veguherandina avaniya demografîk a bajêr çêbibin. Ji Hatay, Islahiye û Nûrdagê ber bi metropolên rojavayê Tirkiyeyê ve koçberiyeke gelekî zêde heye. Pêwîste mûxalefet û rêxistinên girseyî yên demokratîk vê baş bişopînin. Koçber wê çawa vegerin, yên bên guhertin, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û avaniya çandî ya aştiyane ya herêmê gelekî girîng e. Em ê wan bişopînin û nelirêtiyan ji raya giştî re ragihînin.”   ‘EM Ê BAJARAN BI PIŞTEVANIYA XWE AVA BIKIN’    Bozgeyîk, ê da zanîn ku niha hêj cihên ku negihiştinê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê dest pê nekirine hene, diyar kir ku divê xebatên rakirina kavilan bên sekinandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Eger di binê kavilan de kesek jî hebe, heta jê bê derxistin divê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bên dewamkirin. Divê cenaze bi ûsûla xwe bên veşartin. Pêwîst e rewşa zarok û cesedên windabûyî ji aliyê raya giştî ve bên şopandin û raporkirin û bi raya giştî re bên parvekirin. Nexwe, bi ya min em ê di rojên pêş de bi pirsgirêkên mezintir ên civakî re rû bi rû bimînin. Xeletî û xemsariya dewletê li holê ye. Em dibînin ku dewleta demokratîk û civakî ji holê hatiye rakirin. Di vî warî de weke karker û kedkaran em ê bi hevgirtina xwe ya ji bo gelên herêmê bajaran ava bikin.”   MA / Yusra Batihan