ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-18 09:00:19     * 13 roj di ser erdheja ku navenda wê Bazarcix bû de derbas bû. Di vê erdhejê de ne tenê avahî hilweşiyan û mirov di bin de man, her wiha pergala yekkesî jî hilweşiya û dewlet di bin de ma. Vê erdhejê careke din nîşan da ku kesên xwe rêxistin kiribin dikarin bi her afetê re derkevin serî.   * Girtiyê bi navê Yaşar Savci ku di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de dihat girtin, ragihandin ku dema ew sewq kirine ew tazî kirine û heta ku ji ser hişê xwe ve çûne li wan hatiye kirin.   * Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê PYD’ê Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye dixwaze berî hilbijartinê cardin êrişî Rojavayê bike. Xoce destnîşan kir ku armanca van êrişan di şexsê Kobanê de jiholêrakirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser in û got ku lê ew ê nehêlin.    * Kal û pîrên ji gundên Nûrheqê ku tevî erdheja hilweşîner jî dev ji xaka xwe bernedan, diyar kirin ku heta niha jî kon ji wan re nehatine şandin.   * Serokê ASTA'yê Kenan Yildiz, ji bo asbesteya ku di avahiyên hilweşiyayî de tê bikaranîn hin hişyarî kirin û got ku ji xeynî asbesteyê, ji bo sîlîsyûm, Pcb, amûrên elektronîk, texrîbbûna pergala qenalîzasyonê, kifnika di avahiyan de û hwd. dê bandoreke mezin li tenduristiyê bikin.    * Serokê Egîtîm Sen a Şaxa 1'ê ya Stenbolê Mesût Mîke diyar kir ku desthilat fatûreya erdhejê li xwendekaran biriye û got ku bi biryara perwerdehiya online derb li perwerdehî û hînkariyê hatiye xistin.    * Xebatên lêgerîn û xelaskirinê û rakirina kavilên avahiyên li Dîlok, Semsûr, Mereş, Hatay, Meletî û Amedê ku di du erdhejên bi dijwariya 7.7 û 7.6 li Mereşê çêbûn de hilweşiyan, dewam dikin.   * Malbatên Windakiriyan wê li Êlih û Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” bidomînin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya 934’emîn ku bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin didomînin bi online li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê di hefteya 569’emîn a Rûniştina F de li ber avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (13.30)   * Platforma Jinan a Îzmîrê wê têkildarî tiştên jin li herêmên erdhejê dijîn li ber Bankeya Îş a Konakê daxuyaniyê bidin. (16.00)