Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin 2023-02-17 19:13:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî avahiyên ku li navçeya Avşînê ya Mereşê di erdhejê de hilweşiyan, 7 muteahîd hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Avşînê de, têkildarî avahiyên ku li navçeya Avşînê ya Mereşê di erdhejê de hilweşiyan, 12 kes hatin binçavkirin. Ji bersûcên hatin binçavkirin 5 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 7 kes jî ku hat diyarkirin muteahîd in, hatin girtin.