Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn 2023-02-17 19:02:27   RIHA – Polîsan standa ku ji bo maxdurên erdhejê hatibû danîn rakirin û cezayê pereyan li dilxwazn birîn.    Standan ku Platforma Ked û Azadiyê ya Sêwregê ji bo mexdûrên erdhejê li nava bajêr danîbû, ji aliyê polîsan ve hat rakirin. Polîsên ku hatin cem standê, diyar kirin ku alîkarî ancax bi destûra qeymeqamtiyê bên berhevkirin û standê rakirin.    Her wiha polîsan li endamê platformê yê li ber standê Firat Ayebe jî 7 hezar û 370 TL ceza birî.