Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin 2023-02-17 18:50:38   AMED – Piştî erdhejên Mereşê, desthilatê daxuyandibû ku dê "10 hezar TL" alîkariyê bidin welatiyên ku avahiyên wan hilweşiyayî yan jî xesardîtî. Bi sedan welatiyên ku di vê sar û seqemê de li ber bankeyan dikevin dorê, bi vî awayî careke din hatin mexdûrkirin.    Erdhejên navenda wê Mereş ku di 6'ê Sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6'an çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Piştî erdhejê Serokkomarê AKP'î Erdogan daxuyandibû ku dê "10 hezar TL" bidin kesên avahiyên wan di erdhejê de hilweşiyayî an jî xesardîtî. Piştî vê gelek kes li ber bankeyan ketin dorê. Bi sedan welatiyên ku di vê sar û seqemê de li ber bankeyan ketine dorê, careke din tên tên mexdûrkirin. Welatî ji bo alîkariyê, şeveqê diçin ber bankeyan û dikevin dorê.    Veysî Batî ku di erdhejê de avahiya wî xesar dîtiye, ji bo vê rewşa li ber bankeyê got: "Niha her kes ketiye etra canê xwe. Ê me 4 xaniyên me hebûn. Yek jê giran ên din kêm xesar gihaştiye wan. 10 hezar lîre bi kêrî me nayê. Rewşa me nebaş e. Em dixwazin alîkariya her kesî bê kirin. Ev rewş, salên 70'î tîne bîra min ku mirov ji bo mazot û rûn diket dorê. Em tiştekî wisa naxwazin. Em dixwazin rayedar demildest çareyekê ji vi rê bibînin û xwedî li gel derkevin."