Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin 2023-02-17 18:07:18   MEREŞ - Alîkariyên li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin 2 roj in nayên belavkirin.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku pêşengiya Partiya demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmê li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê hat avakirin, di 15'ê Sibatê de qeyûm tayinî wê hatibû kirin. Navenda ku li gundê Hasankocayê ye, piştî tayinkirina qeyûm têketin û derketina wê ji aliyê eskeran ve hatiye girtin.   Alîkariyên ku ji aliyê HDP'ê û dilxwazan ve hatine berhevkirin û li navendê hatine komkirin, 2 roj in nayên belavkirin. Her wiha alîkariyên ku AFAD'ê û hin şaredariyan anîne jî li vir tên valakirin.    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok