Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan 2023-02-17 16:34:35   MELETÎ - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku dewlet piştî berfirehbûna piştevanî û alîkariya gihîşt hev derket holê û got: “Yên ku divê li ser navê dewletê xebat bikirina, ewil ew ji bajarên erdhej lê çêbûn reviyan.”   HDP bi navendên xwe yên koordînasyonê ku li bajarên erdhejê lê çêbûne re civînan li dar dixe. Civîna ewilî li navenda koordînasyonê ya li Meletiyê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel tev li civînê bû. Temel da zanîn ku li gel derfetên kêm jî partiya wan û bi hezaran dilxwaz bi fedakariyek mezin hewl dane birînên mexdûrên erdhejê bipêçin û tevî astengiyan jî alîkariyê gihandine mexdûrên erdhejê.    Temel da zanîn ku bi hezaran endam û rêveberên partiya wan û dilxwaz ji Wan, Mûş, Bêdlîs, Amed, ÊlihÊ, Mêrdînê xwe gihandine herêmên erdhejê û di van 12 rojan de her roj 10 TIR alîkarî gihandine mexdûrên erdhejê.    ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ REVIYAN’    Temel anî ziman ku îktidarê mexdûrên erdhejê terkî qedera wan kiriye û wiha got: “Xemsariya dewletê bîlançoya qurbaniyan, birîndaran û xesarê giran kir. Heke ji sedî 1’ê derfetên dewletê û îktidarê bi me re hebûna dê bîlançoya îro wisa ne giran bûya. Yên ku divê li ser navê dewletê xebat bikirina û li hawara mexdûran biçûna, lê ewilî ew ji bajarên erdhej lê çêbûne reviyan. Vê îktidarê xelkê di bin xirbeyên erdhejê de hişt û terkî mirinê kir. Lê belê xelkê me cefakar bi ruhê seferberiya yekitî û hevgirtinê bi hawara herêmên erdhejê ve çû û alîkarî gihand hev û xireyan rakir. Bi piştevaniya gelê me, xebatkarên me û bi hezaran dilxwazên me birînên mexdûran tên pêçandin.”