Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin 2023-02-17 16:23:04   ŞIRNEX - Bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê, kampanyaya alîkariyê ya bi navê "Piştgiriya Jinan bi Jinan re" hat destpêkirin.   Xebatên kampanyaya alîkariyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl bi herêmên erdhejê re hat destpêkirin, bênavber dewam dike. Şaredariya Silopiyayê ku yek ji şaredariyên HDP'ê yên ku qeyûm lê nehatin tayînkirin, di çarçoveya kampanyayê de li bajêr seferberiya alîkariyê daye destpêkirin.    Şaredariyê ji bo domandina alîkariyê vê carê jî bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, kampanyaya “Piştgiriya Jinan bi Jinan re” da destpêkirin. TJA, nûnerên sendîkaya Genel-Îşê, Meclîsa Jinan a HDP'ê, KESK û gelek saziyên sivîl ên li bajêr piştgirî dan kampanyayê. Kampanya bi daxuyaniyê hate ragihandin. Daxuyaniya li Midûriyeta Îtfaiyê ya ku alîkarî lê tê komkirin hat ragihandin. Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn.   BANGA PIŞTGIRIYÊ   Hevseroka sendîkaya Genel-Îşê Siyajîn Buruntekîn li ser navên jinan axivî. Buruntekîn bal kişand ser wate û girîngiya kampanyayê û wiha axivî: "Weke ku hûn dizanin me erdhêjeke gelek mezin derbas kir û vê bandoreke gelek mezin li ser me kir. Ji ber wê jî weke Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariya me kampanyayek  da destpêkirin. Ev kampanyayeke ji bo jin û zarokane. Me lîsteya tiştên hewce derxist. Em jî dibêjin ku weke jinan em mil bidin milê hev û em ji bo vê kampanyayê bixebitin. Xebatên me nû dest pê kirin. Em dibêjin ev êş êşa me hemûyan e. Em jin pêşengiya vê kampanyayê dikin. Ji ber vê yekê jî em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”