Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin 2023-02-17 16:15:20   HATAY - 3 hemwelatiyên Yewnenîstanê ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine Hatayê li navçeya Defneyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    3 hemwelatiyên Yewnenîstanê ku ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine Hatayê hatin binçavkirin. Alexis, Takis û Michail ên li Taxa Armûtlû ya navçeya Defneyê hatin binçavkirin birin Şaxa Biyaniyan a Miduriyeta Polîsan a Hatayê.    Parêzerên ku endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) in li ser bûyerê derbasî miduriyeta polîsan bûn. Miduriyeta polîsan ji parêzeran re got ku ew kes ji ber îxbarê anîne miduriyetê, 3 hemwelatiyên Yewnenîstanê ne di bin çavan de ne û derbarê wan de tenê bi sedemên îdarî kirarî hatiye kirin. Tevî vê yekê jî hemwelatiyên yewnanî nehatin berdan û hate xwestin ku ji bo lêkolînkirinê telefonên wan bên lêkolînkirin.    Parêzeran diyar kir ku rewşa heyî binçavkirina fîîlî ye û destnîşan kirin ku ragirtina hewwelatiyên yewnanî ya li miduriyeta polîsan rewşeke keyfî ye.