Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû 2023-02-17 15:41:37   DÎLOK - Li navçeya Islahiyeyê ku erdhej lê çêbû şîrketa madenê ya Aydê Akiş Tellî ku çiya rûxandiye, serûbin kir.    Dijwariya karesata erdhejê li navçeya Islahiyeyê her roja ku diçe xwe nîşan dide. Kana madena boksît a aydê şirketa Akiş Tellî ku li Çiyayê Amanosê xesarê dide çiya hatiye avakirin jî serobin bûye. Di encama rûxandina kana madene de qûntara çiya bi ser hev ve herifiye û rêya ku diçe wê herêmê hatiye girtin.    Ev rûxandina kana madenê her wiha rê li ber vê yekê vekiriye ku li wir golên avê çêbûne. Vê ava pengar daye xetereyê li ser gundên Degîrmencîk û Kirikçali dike ku lehî rabe. Heta niha Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ji bo tehliyekirina avê tiştek nekiriye.